Di derbarê kuştina serokê Baroya Diyarbekirê Tahır Eçi Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo Raya Giştî daxûyaniyek ragihand JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REÎro (28.11.2015) li navçeya Amedê ya Sûrê li ber Mînareya Çarnig di dema daxuyanîya BAROya Amedê de di encama êrîşeke plankirî, Serokê BAROya Amedê Birêz Tahîr Elçî jîyana xwe ji dest da.Bi her awayî xuyaye ku ev bûyer, suîkast e. Di vê şêrê lihevkirî de bajarên Kurdistanê tên xerakirin û valakirin û mirovên ku hinek jî karibûne xwe di derveyî vê pergala qirêj de bigirin tên kuştin.Banga me ji hemû aliyên Kurdan re; dev ji gotinên hêstiyar berdin û hemû aliyê vê pergalê û şerê lihevkirî mehkum bikin.Em hemû aliyên vê şerê lihevkirî lenet dikin. Em eşkere dibêjin ku çek di destê kî de be jî li piş hemû kuştinên Kurdan dewleta Tirk a dagirker heye.Em sersaxiyê ji malbata Birêz Tahir Elçî dixwazin. Rehma Xwedê lê be û cihê wî bihuşta rengîn be.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ
Pêş
07/09/2026
Serokê YNKê peyameke sersaxiyê arasteyî Serokê Barzanî dike
07/09/2026
Emar Heqîm beşdarî şîna Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî de kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close


