Civak

Teqînek li Êlihê (Batman) rûda.

Li gor agahdariya ku bi dest ketiye, li TPAO Midûriyeta Herêmî, Beşa Zêdekirinê, di Laboratuara Rezervuarê serwîsa Logê de teqînek çêbûye.  Tê gotin ku teqîn ji ber dewisandina gazê çêbûye û sê karker birindar bûne.

Lê belê teqîn pir bi şidet çêbûye û teker û camên gelek makîne û teqsiyên li nêzî cihê teqînê şikiyane û perçeyên hesin ji ber teqînê li herêmê belav bûne.

Dema dengê teqînê li navenda bajêr hatiye bihîztin, xelk tirsiyaye û ketine taviliyê.

Yekîneyên polîs û makîneyên zirîpoş ber bi cihê teqînê ve çûne û hawidêr xistine binê kontrolê û ji çûnehata hemwelatiyan re bûne asteng.

Polîsên pispor bi kincên taybet çûne şûna teqînê û dest bi kontrolê kirine.

 

19/10/2012
Roejva Kurd/Batman

Back to top button