Cîhan

Teqînek bi hêz, kuştî û birîndar gelekin

Li Enqere paytextê Tirkiye vê sibehê teqînek bi hêz çêbû, kuştî û birîndar gelekin.Li Enqere xwepêşandanek bi navê Aşitiyê dihat li darxistin. Sibehî ji bo  ku xelk tevlî xwepêşandanê bibin berê xwe dan qada xwepêşandanê.Di rêya wan de di bin pirekî de teqînek bi hêz çêbû. Ambulans hatin cihê bûyerê gelek kuştî û birîndar hene. Tê gotin ku kesekî bombe bi xwe ve teqandiye. Lê heta niha bi temamî sedemê teqînê nehatiye diyar kirin.Tê gotin ku hêjmara kuştiyan bi dehan e.

Back to top button