Teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li Bexdaya paytexta Iraqê teqîneke bihêz rû da ku li gor zanyariyên destpêkê di encama wê teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand îşev li nêzî qada Tehrîr a li wî bajarî, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîdar bûne.
Ji aliyê dezgehên emnî yên Iraqê ve heta niha derbarê wê teqînê de zanyariyek nehatiye belavkirin.
Îro di saetên êvarî de li bajarê Zîkar jî wesayîteke bombebarkirî di nav xwepêşanderan de hatibû teqandin.
Ev teqîn di demekê de ne ku xwepêşandanên li Bexda û bajarên din ên Iraqê berdewam dikin. Xelkê ku beşdarî wan xwepêşandanan bûye daxwaza nehiştina gendeliyê, peydakirina derfetên kar û dabînkirina xizmetgûzariyan dikin.
Di wan xwepêşandanan de ku 1ê Cotmehê dest pê kiribûn alozî û tundûtûjî jî rû dide û heta 319 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 15 hezar kesan jî birîndar bûne.