Televizyona NRT a kêye
Televizyona NRT a kêye
Rawêjkarê emîrê Komelya Îslamiya Kurdistanê di nivîseke xwe de kes û aliyên li pişt televizyona NRT eşkere dike.
Soran Omer Şêwermendê Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê di nivîseke xwe de hindeke nehêniyên kanalê NRT eşkere dike û dinivîse ku, kanalê NRT ji 6 pişkan pêk tê:
– Bila em hemû bizanin ku kanalê NRT ji 6 pişkan û hevperan pêk tê û ew jê ev in; Berhem Salih cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Zelmay Xelîl Zade sefîrê berê yê Amerîkayê li Îraqê, Omer Fetah endamê polîtbûroya YNKê, Şasiwar Ebdulwahid xwediyê kompaniya Naliya û Newşêrwan Mistefe serokê Tevgera Goranê bi rêya kesek bi nave Newzad Nurî ji %26 pişka di NRT de heye.
Weke tê zanîn televizyona NRT di destpêka sala 2011ê de hat damezirandin û ji bajarê Silêmaniyê weşana xwe dike. NRT, bi çend rojan, beriya dest bi weşana xwe bike ji aliyê grûpek neniyas ve hat şewitandin, lê paşî îdiya hat kirin û zêrevanên taybetî yên Celal Talebanî NRT şewitandine.