Polîtîk

Li Kurdistanê 3 roj şîn heye

Di navbera salên 1963 û 2003 an de, Kurdên ji aliyê rejîma xwînxwer a Baasê ve hatibûn qetilkirin, ji wan termê 730 qurbaniyan, di goreke komî de hatibûn dîtin. Hestiyên 730 qurbaniyan li çolê hatibûn dîtin û hestiyên wan hatin komkirin û anîne Sleymaniyê.

Bi vê minasebetê merasîmek hat lidarxistin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di merasîmê de axifî û anî ziman ku, rejîma Baasê Kurd ji holê rakirin ji xwe re wek mafek didît.  Barzanî, “gelê Kurd jî wek gelên din, wê rejîmên dîktator hilweşînin û  xwe bigihînine azadiya xwe. Em ê bixebitin ku rayagiştî a navneteweyî fehmkirin bidin ku, li hemberî Kurdan jenosîdên çawa hatine pêk anîn. “

Di merasîmê de hevjîna serokomarê Iraqê Celal talabanî, Hero Talabanî û cîgirê serokê Kurdistanê Kostel Resul Elî jî şûna xwe girtin.   

Back to top button