CîhanRojev

Telegraph: Hizbullaha Lubnanê artêşeke elektronî perwerde dike

Rojnameya The Daily Telegraph ya Brîtanya daye zanîn ku Hizbullaha Lubnanî “Artêşeke elektronî” perwerde kiriye ku bi hezaran çalakvanan li warê medya civakî ve li xwe digrê û xelkê welatên cûda kesên Iraqî, Suudî û Behreyn jî têda heye.

Rojname li raporek da nivîsiye: Hizbullah bi piştevaniya Îranê hewla pêkanîna “leşkerên elektronî” li seranserê navçeyê dike.

Li gor raporê çalakvanên Iraq, Suudiye, Behreyn û Sûriye ji bo pêkanîna wê “leşkerên elektronî” beşdariyê li wan kurs û xulan da kiriye.

Hizbullaha Lubnanî bi hezaran çalakvanên regezname û neteweyên cûda cûda li ser bikaranîna amrazên xwe yên peywendiyên civakî, ji bo hevkarîkirina li belavkirina rûpelên sexte li torên civakî ve li hemû navçeyên Rojhilata Navîn de wan fêrî dike.

Back to top button