CîhanRojev

Şerê teknoljî destpê kir

Serokê Amerikayê Donald Trump da xûyakirin ku ew ne li dije ku kompanya Microsoft Tik Tok ê bikre. Tik Tok vîdeoyên kurt çêdike û di madya civakî de diweşîne. Ji berî niha Trump , ji bo ewlehiya agahdariyan hemû tiştên ku li Çînê derdikevin û medyayê de tene belav kirin li Amerikayê qedexe kirîbû.

Tê zanîn ku li Amerikayê 80 miyon kes Tik Tokê bi kar tînin.Li gora ajansa Reuters Amerikayê dabû xûyakirin ku, divê kompanya ByteDance ya ku xwediyê Tik Tokê ye jî hemû heyina xwe dewrî kompanyaên din bike û xebata xwe li Amerikayê bisekinîne. Ji bo vê jî kompanya ByteDance û Microsoft ji bo dewirkirina Tik Tokê hevdîtina dikin.

Trump heta 15ê Îlonê wext daye Microsoft ji bo vê bazarê biqedîne. Heyne Tik Tok bi temamî tê qedexe kirin.

Şerê darayî di navbera Amerika û Çînê de gihat warê teknolojiye jî.

Back to top button