Cîhan

Telefona Barzanî ûTillerson

Wezîrê derve yê Amerîkayê di daxuyaniyeke xwe de eşkere dike ku piştî serdanan Bexdayê û civîna bi serokwezîrê Îraqê, wî bi telefonê bi dûrûdirêjî bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rewş û bûyerên qewimîm gotûbêj kiriye.Rex Tillerson wezîrê karûbarênderve yê Amerîkayê îro did axuyaniyeke de eşkere kir ku piştî serdana Bexdayê telefona Barzanî kiriye û bi dûr û dirêjî rewşa heye gotûbêj kiriye.Tollerson di daxuyaniya xwe de dibêje ku, Amerîka digel hemû aliyên Îraqê dost e û li hember aloziyên navbera Bexda û Hewlêrê Amerîka dilgiran e:- Piştî civîna digel Ebadî li Bexdayê, ez bi telefonê bi dûrûdirêjî digel Barzanî axavtime.Li gor Tollerson, Waşîngton daxwaz ji Bexda û Hewlêrê kiriye xwe ji şer û pevçûnan dûr bikin û Waşîngton amadeye hevkariya Hewlêr û Bexdayê bike ku bi rêya aşitî îraqeke yekgirtî, federal û demoratîk ava bikin:Wezîrê derve yê Amerîkayê daxwaz ji Ebadî kiriye ku insiyatîva Hewlêrê ya ji bona destpêkirina danûstandinan li ser bigeha destûrê qebûl bike.

Back to top button