Swêd û Kurdistan tekîdê li ser destpêkirina diyalogê dikin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 26.10.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Pontus Melander balyozê nû yê Swêdê li Îraqê kir û Melander, li hember yekemîm serdanana xwe ya bo Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe nîşan de.Balyozê nû ya Swêdê, li hember wan bûyerên di vê heftiya dawiyê de qewimîn û şer û pevçûnên navbera pêşmerge û hêzên Îraqê û koçberbûna hijmareke zêde ya xelkê sivîl, dilgiraniya xwe nîşan da û tekîd li wê yekê kir ku pêwîste hemû alî xwe ji şer û pevçûnan dûr bixin û hemû pirsan bi rêya diyalogê çareser bikin.Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku balyozê nû yê Swêdê li Îraqê di kar û xebatên xwe de serkeftî be û ji şandeya mêvan re behis kir ku ji encama bûerên vê dawiyê hijmareke zêde ya xelkê sivîl koçber bûne, tevkujî çêbûye û li ser tixûbê navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê alozî, şer û pevçûn zêdebûne.Serokwezîr got ku, her ji destpêkê Herêma Kurdistanê bi danûstandinan re bûye û bawerî bi dyalogê heye û herêma Kurdistanê tekîd dike ku, bi alozî û şer û pevçûnan pirsgirêk çareser nabin, lê divê Hewlêr û Bexda dest bi danûstandinan bikin û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zixtê li ser Bexdayê bike daku tevgerên leşkerê rawestîne û ji bo destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de zemîne xweş bike.Serowkezîr eşkere kir ku serokatiya siyasî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya çend peyamên fermî berheviya xwe ji bo diyalog û danûstandnan nîşan daye û hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya dawiyê de ji bo destpêkiirna diyalogê, ji hikjûmeta û raya giştiya Îraqê û raya giştiya cîhanê, pêşniyara kiriye ku, şer û pevçûn bilezgînî bên rawestandin, eancamên referendûmê bên tecmîd kirin û diyaloga cidî û vekirî di nvabera Hewlêr û Bexdayê dest pê bike.