Nivîsar

Têkoşîn li dijî dagirkeriyê bi zimanê wan nabe..

Li van demên dawî de, li bakurê Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî winda nebe û di nava civatê de bê karanîn, hinek komele û platform hatin damezirandin. Di van rojên dawî de,  di vê derbarê de  gelek çalakî têne kirin. Hinek partiyên siyasî jî ji bo van xebatan  pişgiriya xwe didin diyar kirin û  ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanek fermî û zimanê perwerdeyê li bakurê Kurdistanê daxwaziya ji dewletê dikin. Herweha di vê derbarê de hinek çalakiyên hêja têne kirin û ev karên têne kirin cihê dilxweşîyê ye û divê her kurdek ku hij zimanê xwe û neteweyê xwe dike pişgiriya van çalakiyan bike.

Lê divê mirov di vê derbarê de çend gotina bêje , ji bo têbigihe ku ka gelo ev karên têne kirin çikas cidîye û herweha pirsekî bike: Gelo heta wek îro ji bo çi ev karên îro ji bo zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê tê kirin nehatine kirin? Ev yek gelekî girînge. Ji ber ku her demî derfeta ku mirov doza zimanê xwe bike hebû.

Dixweyê  demekî dewletê ji bo zimanê Kurdî hinek gav avêtin. Lê mixabin gavên dewletê avêtîn bi tu awayî ji aliyê piraniya kurdan ve bi awayek erênî nehate pêşwazî kirin. Wek mînak TRT Kurdî hate damezirandin û weşana xwe bi zimanê Kurdî kir. Li vê derê behsa siyaseta di vê kanalê de tê kirin nakin. Ew bi serê xwe babetek cudaye. Lê di TRT Kurdî de Kurdiyek gelek baş tê bi karanin û herweha hinek bername hene ku, ji bo fêrbûna zimanê Kurdî gelekî girîng e.  Ji bo nasnadina çanda Kurdî  jî bernameyên baş têne weşandin.

Eger armanc li bakur pêşxistina zimanê Kurdî be gerek di vê derbarê de kî gavekî erênî bavêje mirov pişgiriya wê gavê bike. Di encam de herkes daxwaziyê ji dewletê dike. Ev yek jî balkêşe. Eger mirov ji xwe destpêbike û zimanê xwe pêşve bibe û rojane di civatê de karbîne, dê bibe sedem ku dewletr jî di hinek waran de mecbûr bibe gavna bavê je. Ji aliyek din ve divê mirov behsa rastiya partiyên Kurdistana bakur jî bike.

Çend pirs:

Gelo zimanê van partiya çiye. Yanî di peyrava wan de ,didin xûyakirin zimanê wan bi Kurdî ye jî?

Gelo civînê van partiyan bi zimanê Kurdî yan yê Tirkî tê kirin.

Pêwendiya nivîskî, di nava van partiyan de navxwe û derve bi Kurdiye yan Tirkiye?

Di civîna de protokolên van partiyan ku têne nivîsandin bi zimanê Kurdiye yan bi Tirkiye.

Gelo rojane pêwendiyên rêxistinî di nava endam ên partiyan de bi zimanê Kurdiye yan Tirkiye?

Eger her partiyek siyasî Kurdî bersiva van pirsa bidin û zimanê xwe yê rojane bikin Kurdî û Tirkî jî bi awayê mecburî bi karbînin , dê mirov baweriyê behtir li van çalakiyan bîne.

Ji aliyek din ve pêwiste mirov behsa HDPê jî bike. Gelo HDP di nava xwe de wek zimanê partiyê çi zimanî bi kar tîne? Di parlementoyê de ji bo zimanê Kurdî heta wek îro HDPê çi pêşniyar dane parlementoya Tirkiye ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê?

Gelo ji parlementerîn HDPê ji % çend Kurdî dizanin û di nava wan de ji % çend di malên xwe de bi Kurdî li gel zarokên xwe diaxivin?

Em hemû dizanin ku gelek kurdên ji beşên din ên Kurdistanê tevlî PKKê bûne û di nav PKKê de fêrî zimanê Tirkî bûne. Gelo çend endamên Konseya rêveberiya PKKê zanin bi Kurdî biaxêvin?

Ev pirs gelekî girîngin. Eger bersiva van pirsa neyê dayîn dê gelek zehmet be ku, mirov baweriyê taybetî çalakiyên HDPê di derbarê zimanê Kurdî de bîne.

Her kurdek baş dizane ku li Ewropayê gelek welata Kurdên siyasî hene ku zarokên xwe fêrî zimanê Tirkî dikin lê yê kurdî nakin. Zarokên xwe rêdikin dersên zimanê Tirkî lê rênakin yên Kurdî.

Wek din eger kurdek di mala xwe de li gel zarokên xwe Kurdî neaxive û derve behsa zimanê Kurdî û fêrbûna zimanê kurdî bike ew sextekariyê dike. Em rast û dirustbin. Em di mala xwe de zimanê xwe biaxivin. Em rojane pêwendiyên xwe bi zimanê Kurdî bikin.  Em gel hevûdin Kurdî biaxivin. Em ragihandina xwe piranî bi zimanê Kurdî bikin.

Em wek Kurd bi medya civakî bi tenê Kurdî bi karbînin.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di dibistana de wek dersa hilbijare heye. Em berê zarokên xwe bidin dersa Kurdî ya hilbijare. Lê mixabin ev yek nayên kirin û gelek bajarên Kurdistanê de li bakur ,ji bo hijmara zarokên ku dersa hilbijare têrê nake mamustayê kurdî jî nayên tayin kirin.

Bala xwe bidinê hemû platformên ji bo zimanên Kurdî hatin damezirandin bang li Kurda dikin û dibêjin: “Kurdî hîn bibin… “ gelo ev cureyê baga ji bo zimanê Kurdî bi xwe rastiya Kurda li bakurr nade diyarkirin? Ji xwe xwezayî divê em zimanê xwe ji dayika xwe ji babê xwe di nava malbatê de bizanibin.. Yan na?

Em li bakur di derbarê zimanê Kurdi de wek Kurd rastiya xwe bibînin û kêmasî bi hevre Kurdî biaxivin û li mala xwe de bila zimanê me Kurdî be . Em ji xwe û malabata xwe destpê bikin . Kesên vê nekin di derbarê ziman de jî ne duristin mirov nikare baweriyê li çalakiyên wan ji bi ziman jî bîne.

Siyasetmedar bila kurdî biaxivin û kurdî binîvîsînin. Bila Kurdî propagandeya xwe bikin.

23.02.2021

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button