PolîtîkRojev

Hollandî Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî diparêzin

150 şêwirmendên leşkerî yên Hollandî ji bo parastina Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, li firokxaneyê bi cih dibin. Serokê Tîma Şêwirmediyê ya Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê radigihîne, bi hevkarî û hevahengiya ligel hêza Pêşmerge, binkeya serbazî ya Hevpeymanan li Firokxaneyê diparêzin.

Berpirsê Hevahengiyê yê Hêzên Holanda li Hewlêrê Worner Berwar ji K24ê re got: “Berî 3 hefteyan hatin Hewlêrê. Erkê me parastina  binkeya leşkerî ya li firokxaneyê ye. Hevahengiya me ya baş bi Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên din re hene. Herêma Kurdistanê cihekî ewle û aram e, lê em amadekariyê ji bo her egerekê dikin.”

150 şêwirmendên leşkerî yên Hollandî ji çend rojan ve gihîştine Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê. Ew li ser çend tîman hatine dabeşkirin û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hevahengiyê ligel wan dikin. 25 leşkerî jî wek tîma hevkariyê hatin erkdarkirin û hevkariyên lojistîkî pêşkêşî wê hêzê dikin.

Serokê Tîma Rawêjkarê Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Klein Schaarsberg‎ ji K24ê re got: “Niha 150 leşkerên me li Herêma Kurdistanê hene, erkê wan parastina binkeyê leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ye. 25 leşkerî jî wek tîma hevkariyê hatin erkdarkirin û hevkariyên lojistîkî pêşkêşî wê hêzê dikin. Hejmarek serbaz jî erk rahênankirinê bi hêza Pêşmerge dikin.”

Balyozê Hollandayê yê li Kurdistanê Michael Rentinar serdana Firokxaneya Hewlêrê kir û ji K24ê re got: “Ji bilî warê leşkerî, di warê geşepêdana aborî û bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Kurdistanê de pilan û hevkariyên me yên baş ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê hene”

Back to top button