KulturNivîsar

Te têlgerekî revand ji filankesî

Fener Hemedo

[email protected]

Wergerandina di navbera zimanan de ne bi tenê zanebûna peyv û rêzimanî jê re divê, lê bele ev kar tiştine din jî jê re pêwîst in û ew jî felsefe û kultura zimanan in.

Di wergerandinê de hişyarî girîng e him ji hêla gihandina wateya rasteqîn ve û him ji hêla xwedûrêxistina ji wergera çewt ve a ku bi gelemperî encama guhestina hevokê peyv bi peyv e û nezaniyeke ji ziman û çandê re tê xuyakirin.

Çi nivîs, gotar, weşan an jî berhem bi çewtî belav bibe bêguman dê bandoreke wê ya xerab hebe li ser zimên nexasim çewtiyeke di malpereke civakî ya mezin wek Facebookê de hevokek bi timamî şaş be hingê divê mirov hişyariyê bide miletî. Mebesta min jî ev e: hevokeke wek “Te têlgerekî revand ji Filankesî” rojane bi hezarên caran tê xwendin û çanda çewt tê belavkirin û zimanê me yê resen û şêrîn hedî hêdî winda dibe.

Dibe ku Kesê “Te têlgerekî revand ji Filankesî” ji “You missed a call from somebody” ya Ingilîzî wergerandibe, ji bilî şaşyiên rêzimanî yên ku eşkere xuya ne, û birastî ez nizanim çi gotinê bibêjim li ser “têlgerekî”., ji xwe dev ji sedema bikaranîna vê peyvê berde ev peyva ku ez dibînim hevedudanî ye û ji “têl” û “ger” pêk têt. Çi çîroka “têlgerekî” ye di rêziman û ferhengê de ez nizanim û nas nakim kê ev karê çewt kiriye. lê belkî vî kesê han hevok ji Ingilîzî guhestibe bo Kurdî di reya Tirkî de û ev texmîna min ji “revand” hatiye. Ji ber ku di Tirkî de “revand” di vê hevokê de bi wateyeke wek “jê ma” tê û zimznzan û kurdolojîstê hêja Micheal Chyet di hevpeyvîneke xwe de bi kûrahî behsa vê yekê kiriyê .Min qet bi “revandin”a bi wateya “jêmayîn” nebihîstiye û min timî ” Tu ji dawetê mayî” an jî “Dawet li te çû” bihîstiye, û belkî li vir werger ne ji Ingilîzî bo Kurdî ye lê ew ji Ingilîzî bo Tirkî û paşê ji tirkî bo Kurdî ye, de werin û safî bikin vêca!!!!!

Dexlê me ji xwe ne ti dexil bû û bi ser de teyokê jî lêkir!!. Bira! zimanê me hema hema li ber xwe dide tu jî hatî te xwe kire zana û tê nifşek bêhtir winda kir û seheta te xweş be vê xizmetê neke, hema bila Facebook bi Kurdiyeke çewt nebe.

Bila em ji nezaniya xwe fedî nekin û ne serhişk bin û hewil bidin daku em zimanê xwe pêş bêxînin û li şûna “Te têlgerekî revand ji Filankesî” bila em “Pêwendiya telefonî ya Filankesî li te çû” bibînin û zimanê xwe rast û paqij bihêlin û ji van şaşiyan biparêzin.

Hewlêr 13-04-2016

Back to top button