Kultur

Tayek Por di nav weşanên Apecê da derket

„Ez bi zaravayê (devok) gundê xwe mezin bûm û hatim şîretkirin. Lowma tesîra wî zaravayî li ser kurteçîrokên min, hin caran zêde û hin caran kêm heye û va jî tiştekî xwezayî ye.

Her çiqas hewldan û pêşketîyên bi qedr di vî warî da hebin jî, meriv nikane îro qala kurdîyeke standard û seranser bike. Ji b kurdîyeke standard perwerdeya bi kurdî hewce ye. Mixabin hîn em negihêştinê vê qonaxê.

Ji ber vê, ez nivisandina nêzikî yan di bin bandora zaravayên herêmî da diparêzim û hewce dibînim. Nivîsandina nêzikî zaravayan sewa parêztina heyîyên kulturî û zimanî û teşwîqkirina xwandin û nivîsandina bi kurdî jî bi kêr e. Min sala 1999an destpê nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên li ber destê we di navbera salên 1999 û 2009an da hatin nivîsandin û di kovara Bîrnebûnê da hatin weşandin. Rêzkirina çirokan di kîtebê da li gorê dema nivîsîn û weşandina wan e. “Reva Meyro û Mendo´´ çiroka min a yekem e û ´´Paça pêşî´´ ya paşîyê ye. Sewa ku ew baştir bên xwandin û belavkirin min xwest wan wekî kîteb bidim weşandin.

Paşperdeya heyam, mijar, buyer û lehengên çîrokên min pirtir jiyan û kultura Kurmancên Anatolîyayê ye.” (Ji pêşgotina Kîtêbê)
Peydakirina kîtêbê: Hun dikanin kîtêbê ji min peyda bikin. Gereke hun berê bihayê wê (xercîya şandina bi poste jî tevê) 11 € hewaleyî hesabê li jêr bikin. Ku hewale kîngê gihêşte min, hinge ez ê kîtêbê ji we ra bişînim. Ji bîrmekin, navnîşana (adres) xwe li ser belkê hewaleyê binivîsinin.

Hesawê min: Nuh Ates, Mainzer Volksbank eG, Konto-Nr: 379262017, BLZ: 551 900 00
IBAN: DE 94 55 19 0000 0379 2620 17, BIC: MVBMDE55

Hûn dikanin kîtêbê ji wêşanxaneya Apecê li Swed jî peyda bikin: Adres: Box 8121,SE 16308, Spanga/Sverige, Telefax. 0046 (0) 8-7612490

Nuh Ateş

Balkêş e ?
Close
Back to top button