Rojnameya Taraf kanaleke televizyonê ya nûçeyan vedike

Rojnameya ku li Tirkiyê di gellek mijaran de tiştên ku nedihatin gotin, eşkere kir, bi wêrekî çû ser şaşiyên artêşa Tirkiyê û siyaseta şaş a hikumeta AKPê, rojnameya Taraf, amadehiyan dike ku, di mehên pêş me de kanaleke televizyonê a nûçeyan veke.
Patronê rojnameya Tarafê Başar Arslan eşkere kiriye ku, di sala 2013 an de ew ê kanaleke televizyonê a nûçeyan vekin. Nivîskar û dîrektorê rojnameya Tarafê Ahmet Altan, brayê wî nivîskar, akademîsyen Prof.Dr. Mehmet Altan wê serîmaniya kanala Tarafê bike.
Di derbarê navê kanalê de hîn zelalî çê nebûye. Başar Arslan diyar kiriye ku, navê “Taraf” dibe ku lê bikin an lê nekin, hîn ne diyar e.
Xwediyê kanala ku ê were vekirin Başar Arslan, armanca kanala televizyonê vekirinê jî wiha vedibêje, “ji bo rojnameya Tarafê her tişt hate gotin. Yên ku em kirne terefê AKPê ji derketin, yên ku em kirne terefê cemaatê jî, PKKê jî û yên ku ji bo me gotin vana Sorosîne jî derketin. Xwendevanên ku me dişopînin, dema van tiştan dibihîzin, narin rojnameyê nakirin. Lê televizyon ne wisa ye. Dema kanalan diguherînin, ku rasta kanalê tên disekinin û temaşe dikin, bi meraq dibêjin gelo vana çi dibêjin. Em bawer dikin ku, televizyon wê tîraja rojnameya Tarafê bilind bike.”