Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera Şoreşa Îlonê, peyamek belav kir û tê de ragihand, “Ji ber xweragirî û îradeya bihêz a xelkê Kurdistanê, dijmin neçar bû beşek ji mafên wî yên netewî û niştimanî yên rewa di çarçoveya Peymana Yazdehê Adarê de nas bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand, “Îro mezin şoreşa gelê Kurdistanê bi bîr tînin ku Şoreşa Îlonê ya mezin e. Ev şoreş xaleke werçerxanê ya dîrokî û şoreşeke sertaserî a xelkê Kurdistanê bû bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî bi serkirdatiya Rêberê Niştimanperwer Mistefa Barzanî yê Nemir.”
Tekez kir jî “Yek ji giringtirîn û bihadertirîn taybetmendiyên Şoreşa Îlonê, yekrêzî û yekgirtiya gelê Kurdistanê bû ku ji ber xweragirî û îradeya bihêz a xelkê Kurdistanê, dijmin neçar bû beşek ji mafên wî yên netewî û niştimanî yên rewa di çarçoveya Peymana Yazdehê Adarê de nas bike.”
Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Giringtirîn nasnameya Şoreşa Îlonê, guhartina raperîn û xebata navçeyî bo şoreşeke niştimanî ya sertaserî li hemû Kurdistanê û avakirina hesta netewî û niştimanî li cem hemû welatiya Kurdistanê bû.”
Di beşeke din a peyama xwe de got: “Îro ku salvegera Şoreşa Îlonê ya Mezin bi bîr tînin, pêwîst e hemû alî û pêkhateyên gelê Kurdistanê yekhelwest û yekdeng bin ji bo berevanî û parastina mafên me yên destûrî û destkeftên me yên niştimanî ku xelk Kurdistanê bi dehan salan ji bo wan xebatê dike û qurbaniyên mezin dane.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Di salvegera Şoreşa Îlonê de, bi rêz û pêzanînê ve hemû Pêşmerge û beşdarên vê şoreşa mezin a gelê Kurdistanê bi bîr tînin.”
Di dawiya peyamê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û tevahiya şehîndên Kurdistanê.”