Polîtîk

Tawanbarên teqîna Hewlêrê darvedikin

Her çende heta niha jî lêkolîn bi dawî nehatine lê belê dema saxbûna tometan li ser tometbarên teqîna terorîstiya li ber avahiya Asayîşa Giştî ya Hewlêrê têne darvekirin.

Li vî derbarî de Abdulkerîm Heyder Endamê Dadgeha Temîzî ya Herêma Kurdistanê ragihand, li Herêma Kurdistanê da kar bi yasaya hejmara sê ya sala 2006 ya ji bo nehiştina terorê tê kirin. Li gor wê yasayê jî sizaya wan kesan tê dayîn ku beşdarî li kirdara terorîstî dikin, an jî dibine yarmetîderê encamdana kirdara terorîstiyê. Her wiha got: “Piştî teqînên Hewlêr û destgîrkirina sê kesan û belavkirina danpêdanana wan ku destê wan li wê teqînê de hebû, li gor yasayê sizaya darvekirinê li ser wan de disepê û ji aliyê Dadgeha Temîz ve sizaya wan tê pejirandin, lê belê li hemû haletek de, ji aliyê yekem ku Serokayetiya Herême, pêwîste biryar li ser bi cîhkirina hukma dadgehê li ser wan terorîstan bide”.

Dadwer Abdulkerîm Heyder Endamê Dadgeha Temîzî ya Herêma Kurdistanê eve jî xisterû, li gor maddeya dû ya yasaya hejmar sê ya sala (2006) ya nehiştina terorê li Herêma Kurdistanê, sizaya darvekirinê li ser wan sê kesan de tê sepandin ku darêjerê kirdara terorîstiya li ber avahiya Asayîşa Hewlêrê bûn.

Back to top button