Polîtîk

Gelo Paketa Erdogan Kundire an Petîxe?

Wekî tê zanîn ji bo paketa demokrasiya Hikûmeta Tirkiyê, BDP helwesta xwe berî vekirina paketê ragihandibû û gotibû dê ji vê paketê de Kundir derkeve. Lê Vahdettin Ince jî li hevpeyvîneke taybet de dide zanîn ku ev paket ne Kundire û Petîxe. 

Vahdettin Ince civaknasê Kurd û Nivîskarê pirtûka Kurdinsan û Pêşkêşvanê bernameyeke televizyona TRT 6 û wergervanê zêdetirê 100 pirtûkan û yek ji şagirtê medreseyan ku ji bilî Kurdî, Tirkî, Erebî û Farisî dizane, hevpeyvîneke taybet li gel Fadime Ozkan kiriye.

Vahdettin Ince di derbarê pêvajoya aştiyê û pirsa Kurd û paketa demokrasiya Tirkiyê de axiviye û rexne li helwesta BDP kiriye û dibêje li gor nêrîna min ev paket wekî kundir ne valaye, eger baş lê bê temaşekirin dê bibînin ku eve ne kundir belku petîxe.

Ew dibêje: Li gor raya min eger ji dûr ve temaşe bikin petîx jî carna wekî kundirê xûya dike, heta nêzîkî wê nebin, bîhna wê hilnekêşin, wê tam nekin divê biryarê jî nedin. Helbet wê kirdarên hikûmetê nîşan bidin ku ka gelo ev paket kundire an petîxe. Min bi xwe heta niha tam nekiriye, lê belê ji ber ku min piçek bostanvanî kiriye ji bîhna wê diyare ku ev petîxe. Her wiha aşpêzên baş dikarin ji kundirê jî wekî petîxê şîrîniyên bi tam çêbikin. Wisa xuya dike ku Tevgera Siyasiya Kurd ji bo kundir derketina paketê pêşwext çûya duayan kiriye eve jî xuya dike ku wan bi lez biryara xwe dane.

Back to top button