Tawanbarek din yê bûyera Hewlêr hate girtin
Dije-Terora Herêma Kurdistanê, girtina hevkarekî encamderê sereke yê êrîşa Hewlêrê ragihand.
Dije-Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Yek ji hevkarên tawanbarê sereke yê bûyera terorîstî ya teqekirina li xwaringekeke bajarê Hewlêrê, yê bi navê Muhemed Bîsiksiz ku bi navên Dijwar, Mamend û Yûsif jî tê naskirin, îro Şemî 20-07-2019an ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û Dije-Terora Kurdistanê ve hate girtin.”
Dije-Terorê herwiha tevî aşkerekirina nasname, wêneyê wî kesî jî belav kiriye.
Herwiha pêştir Dije-Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, encamderên sereke êrîşa roja Çarşemiyê ya li Hewlêrê yê bi navê Mazlum Dag ji aliyê hêzên wan ve hate girtin.
Di daxuyaniya Dije-Terora Kurdistanê de hatiye gotin: “Em welatiyan agahdar dikin, tawanbar Mazlum Sag ku du roj berî niha wêneyê wî weke kesê daxwazkirî li rûpela Dijeterorê hatiye girtin, ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û Dijeterora Kurdistanê ve hate girtin. Em gelek spasiya hevkariya bêdawî ya hevwelatiyan dikin û em dê paşê hûrgiliyên bêtir belav bikin.”
Roja Çarşemî 17ê Tîrmehê, li xwaringeha HuQQabaz a li bajarê Hewlêrê êrîşek pêkhatibû û di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dabûn.
Dije-Terora Herêma Kurdistanê herwiha roja Pêncşemî 18ê Tîrmehê jî, nasnameya yek ji encamderên êrîşê aşkere kiribû. Dijeterorê herwiha bi belavkirina wêneyê Mazlum Dag, jibo girtina daxwza alîkariyê ji welatiyan kiribû.