Polîtîk

Tarafê bersiva Erdogan û Hurriyetê da

Rojnama Tarafê di derbarê komkujiya Qilebanê (Uludere) de gelek tundî helwesta Rojnama Hurriyetê rexne kir û ev rojnama bi hemî awayî li dijê gel bi pişgiriya dewletê tawanbar kir.

Dema balefirên dewletê yên cengî li Qilebana girêdayê Şirnexê gundiyên kurdên sivîl bombebaran kir û di encam de 36 gundiyên sivîl yên kurd jiyana xwe ji dest dan, helwesta medya Tirkî ne gelek ji helwesta dewletê bi gelemperî dûr bû.

Medya tenê ya dewletê xwest ragihand. Lê Rojnama Taraf cuda bû.

Rojnama Tarafê ev bûyer bi manşeta “ Dewletê gelê xwe bombebaran kir“ ji raya giştî re ragihand. Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan bi vê manşeta rojnama Tarafê ne rihet bû. Dema cara yekem serokwezîr behsa bûyera Qilebanê kirî rexneyek li Tarafê jî kir û got: Divê biçekî wijdan hebê, dê çewe dewlet gelê xwe bombebaran bike. Hinek rojname bê wijdaniyê dikin, divê hay ji nivîsên xwe hebin“

Piştî vê helwesta Erdogan nivîskarê Tarafê Ahmet Altan nivîsek tund nivîsî û Erdogan di vê bûyerê de bi tundî rexne kir.

Lê Rojnama Hurriyetê bi awayekî bersiva Tarafê da û helwesta tarafê ya di derbarê bûyera Qilebanê de rexne kir. Rojnama Hurriyetê gotina Erdogan ya “Dê çewe dewlet gelê xwe bombebaran bike?“ 

Manşeta Tarafê: Lê Bombebaran kir

 

Tarafê bersiva rojnama Huriyetê da û di manşetê de nivîsî: “ Ma bombebaran nekir?“ û di berdewambûna bersiva rojnama Huriyetê de Tarafê nivîsî: “ Huriyet her tim vê yekê dike. Dema pirsgirêkekî ya gel li bi dewletêre çêdibe,ev rojname maf, hukuk û rastiyê ji bîr dike û li gel dewletê helwesta xwe dide nîşandan.“

Herweha Taraf behsa Huriyetê kir û got: Ew rojnama li serî de dinivîse ku “ Tirkiye ya Tirkan e“ divê ya layiqê xwe bike.Kifşe ku ew çiye..

Rojevakurd

Back to top button