Taqa ya Îmaratî jî li Kurdistanê neft derdixe
Şîrketa Taqa ya Îmarat piştî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê îcaze werdigre ji bo berhemanîna li rojek de 30 hezar bermîl neft li kêlgehekî(rafînerî) nefta Kurdistanê dest bi kar dike.
Li gor raporekî rojnameya National a Îmarat: “Kompanya Taqa ya bajarê Abudabi ya Îmarat li gel Hikûmeta Kurdistanê ji bo pêşxistina kêlgehên nefta Etruş ya parêzgeha Dihokê bi mebesta berhemanîna nefta wê mijulî guftûgokirinê ye”.
Kompanya Îmaratî hevbeşî li gel kompanya Marathona Amerîkaye li kêlgeha Etruş kar dike ku li meha 12 a derbasbûyî li sedî 53.2 ê beşên vê kêlgehê ji kompanya Genel Enerji ya Tirkiyê kiriye.
Birêveberê beşa Iraqê ya vê kompanya Îmarat jî got: “Em li bendê ne ku li dawiya îsal Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana me bipejirîne û li sala 2015 dest bi berhemanîna vê kêlgehê bikin.”