Tan li dijî siyaseta BDPê ya Sûriyê ye
Parlamenterê Amedê yê BDPê Altan berovajî partiya xwe piştevaniya xwe bo lêdana Sûriyê anî ziman.
Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan Tan diyar kir ku ew dixwaze êrişa serbazî li dijî rêjîma Sûriyê pêk were.
Tan derheqê sedema vê yekê de jî got ku destê rêjîma Beis a Sûriyê herî kêm bi qasî destê kemalîstên Tirkiyê bi xwîna xelkê xor bûye.
Piştevaniya Tan bo lêdana Sûriyê di demekî de ye ku BDP li dijî wê ye êrişa serbazî li dijî rêjîma Beşar Esed bê kirin.
Tê zanîn, piştî bûyera roja 21ê Tebaxa 2013 li devera Xute ya Şamê ku di encamê de bi sedan kes ji ber çekên kîmyayî miribûn, Amerîka, Tirkiye, Fransa û hinek welatên din ên cîhanê rêjîma Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar kirin û ragihandin, rêjîma Beşar Esed sûcekî dijmirovî kiriye û divê êrişa serbazî li dijî delwleta Sûriyê were sazkirin.
Lê herî dawî, Rûsya pêşniyar kir ku Sûriye çekên xwe yên kîmyayî radestî civaka navdewletî bike, Sûriyê jî ev pêşniyar qebûl kir lewma krîza Sûriyê niha ketiye qonaxek nû.