Serhildana mezin a 5ê Adara 1991 di dîroka Kurdistanê de rojek pîroz û girîng e. Salvegera serhildana mezin ji alî gelek kesayet, dezgeh û partîyan ve hat bibîranîn û girîngîya wê hat ser zimên.
Bi minasebeta merasîma salvegera serhildana 5ê Adara 1991ê, Serokê YNK li Ranyayê axivî.
Talebanî, bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê 32 sal berî niha karî rejîma dîktator hilweşîne. Talebanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê di van salên dawî de pêşketinek mezin bi dest xistiye, lê bilindbûn û daketin jî hene. Talebanî, behsa rewşa ku Kurdistan tê de ye jî kir û got: “ Niha sala 2023 ye û ez dixwazim ji we bipirsim, gelo hûn ji vê rewşê razî ne? Em wek YNK ne razî ne“.
Talebanî bi berdewamî anî zimên û got: “YNK ev du sal in hewl dide valahiya hikûmetê dagire. Ez ji vê rewşê ne razî me. Ez behsa herêmên kesk û zer nakim; ji kerema xwe bila kes wisa nebêje. YNK xwediyê tevahiya Kurdistanê ye û nûnertiya her çar parçeyên Kurdistanê dike”.
Talebanî di axavtina xwe de soz da beşdaran û got, “Ez soz didim we, heta her çar parçeyên Kurdistanê mafên xwe bi dest bixin emê bi hemû hêza xwe yekîtiya Kurdistanê biparêzin. Hûn xwediyê YNKê ne, hûn xwediyê Kurdistanê ne. Em dikarin her tiştî mil bi mil bi we re bikin. Wek partî em dikarin li hev bikin, em û miletê xwe li hev bikin û dijminên xwe bişkînin”.
Talebanî, piştre ji bo hemû partiyên Kurdistanî peyamek şand û got: “Çawa ku agirê raperînê Iraq û Rojhilata Navîn guhert, em îro jî derfetê bidin ku destê aştiyê dirêjî hemû aliyên Kurdistanî bikin. Em naxwazin Herêma Kurdistanê parçe bikin. Erdê me ye; me herêm ava kir, me ji bo wê xwîn rijand”.