Kultur

Talebanî dibêje wî kitêba Qanî Ferd îmza nekiriye

Ofîsa sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Celal Talebanî kitêba Qanî Ferd îmza nekiriye û Qanî Ferd îmza Talebanî bi sextekarî li kitêba xwe kiriye:

Aşkerekirinek ji sekretariya sekreterê giştî yê YNK’ê

Heval Mam Celal sekreterê giştî yê YNKÊ di hevpeyvîna xwe ya rojnamegeriyê ya li 13ê vê mehê de bi gelekî aşkereyî ragihand ku Qanî Ferd kesekî rastgo nîne lewra ew îmzaya ku li ser pirtûka Qanî Ferd e, heval Mam Celal îmze nekiriye çimkî nivîsên wî tije çewtî û gotinên çêkirî ne.

Her kesek heval Mam Celal binase û şareza be, dizene ew bêyî xwendina hûr, çi tiştek îmze nake, pirtûkeke bi vî rengî qet îmze nake.Belkî navborî(Qanî Ferd) wek hemû tiştên din teknolojiyê ji bo amancên xwe bi kar aniye û îmzeya birêz Talebanî teqlîq kiriye ku nuha teqlîqên wiha bûye tiştekî normal. Ji bilî wê jî wî kesî çavpêketinek digel birêz Talebanî kiriye êdî îmze ji bo çiye?

Dubare bo raya giştî û kanalên ragihandinê aşkere dikin, bila kes baweriya xwe bi çi nivîseke wî kesî neynin belkî gotinên heval Mam Celal di hevpeyvînên rojnamegeriyê de hertim helwesteke aşkere û birêzane ye, êdî pêwîst nake ew gotinên nerast yên navborî bên gotin û bibin binema.

 

Back to top button