Polîtîk

Kurd li Ewropa jî dibêjin erê

Di 12ê Îlona 2010ê de li Tirkiyeyê û Kurdistana Bakûr li ser guherandinên qismî ya Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê referandûm pêk tê.

Pêşniyaza AK Partî ya ji bo guherandina qismî ya Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê bûye rojeva esasî ya Tirkiyeyê û Kurdistana Bakûr.

Em kesên navên wan li jêr nivîsandî ku penaberên siyasî yên Kurdistana Bakûr in û li welatên cuda yên li Ewrûpayê dijîn, dixwazin ku helwesta xwe ya li ser referandûmê bi xalên li jêr nivîsandî ji raya giştî û gelê xwe re diyar bikin.

Di pêşniyaza guherandina qismî ya Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê de gelek xal hene ku tu kes ji aliyê demokrasiyê, maf û azadiyan nikare li hember derkeve.

Di vê pêşniyazê de xalên esasî guherandina desthilatdariya Mahkemeya Qanûna Esasî ye ku ev yek jı wan estengên herî girîng ya li pêşiya guherandineka tememî ya Qanûna Esasî ye.

Bi vê pêşniyaza guherandina qismî ya Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê û bi guherandina wê, li gor qaneata me dê hêsantir bibe ku guherandinên bingehîn û her weha Qanûneka Esasî ya nû ku di hundirê xwe de mafên kurdan jî binavkirî himbêz bike bê pêşniyazkirin û qebûlkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev guherandin dê demokrasiya Tirkiyeyê pêşvetir bibe û xurttir bike. Kurd ji herkesî zêdetir hewcedariyê demokrasîyê ne û herçiqas di berfirehkirina demokrasiyê de, kurd nehatibin binavkirin jî di berjewendiyên kurdan de ye.
Bi vê guherandina qismî a Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê dê veseyeta eskerî ya burokratîk ya kemalîst qelstir bibe. Ev jî di berjewendiyê kurdan û demokrasiyê de ye.

Ji ber van sedemên esasî em penaberên siyasî yên navên wan li jêr nivîsandî û li welatên cuda yên li Ewrûpayê dijîn bang gelê xwe û li hemû demokrat û welatparêzên kurd li Kurdistana Bakur dikin ku di 12ê Îlona 2010ê de herin ser sandiqan û di referandûmê de raya ERÊ bidin ji bona vê guherandinê.
21.08.2010

 Ali Tuku

Ali Yalin

Azad Anik

Aziz Aliş

Behzad Baskin

Celaddet Çeliker

Cemil Eren

Eyyub Alacabey

Faris Medeni Marsil

Faysal Taşkiran

Hasan Baykal

Izzettin Şevgin

Kutbettin Aliş

M. Ali Yildirim

Mahmud Lewendi

Mahmut Kiper

Mamoste Nûjen

Mehdi Çilgin

Mehmet Tanriverdi

Metin Kumaraslan

Mumtaz Aydin

Mustafa Dilan

Mustafa Kalpak

Mustafa Kiliç

Nafi Çilgin

Nuri Çelik

Riza Polat

Rocivan Yeşil

Salim Çeliker

Selim Bakac

Sirac Kirici

Suphi Karaalp

Tahir Ergun

Vildan Tanrikulu

Yaşar Oguz

Yasin Kut

Zekeriya Çelik

Ziya Avci

Ömer Erdal Kurt

Ömer Karacataş

 

Back to top button