Pêşniyara çareserî ya pewşenbîran : Modele ÎRA
Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul îro li İstanbûlê li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd nêrînên rewşenbîran gohdar kir û rewşenbîran mînaka modela ÎRAyê nîşan dan . Civîn nêzîkî 3 seat berdewam kir û reya çareseriye hatin guftûgokirin.
Serokkomarê Tirk Gul li qesra Tarabyayê de pêşwaziya heyeta bi serokayetiyê Prof. Dr Vamik Volkan qebul kir. Rewşenbirên ku beşdarî civînê bûn gotin : Pirsgirêka herî mezin ya Tirkiye pirsgirêka Kurde û çareserkirina pirsgirêkên dî ya Tirkiye jî ji çareserkirina pirsgirêka Kurd re derbas dibin.
Mêvanê civînê nivîskar Altan Tan jî got : Di hevdîtinê de bi giranî bersiva çareserkirina pirsa Kurd hatiyê axaftin û li rojhilata navînê de nêzîkî 30 milyon Kurd hene û hemî hevalên me ji bo Kurdan li ser naskirina statuyekê fikrên xwe diyar kirin. Hevalekî me jî mînaka hevdîtina di navbera Tony Blair û İRAyê nîşan da û got dema hevdîtinê de gelek kes rexneyên xwe yê tund li ser Blair kirîbûn lê Blair dîsa jî piştgiriya hevditîne dikir.