Talabanî: Tirkiye serokkomariya min nedixwest
Talabanî di vê hevpeyvînê de dibêje ku, Tirkiye di derbarê Iraqê de siyasetek çewt rêvebir û taybetî Talabanî gazind ji wezîrê derve yê Tirkiye dikira.
Pirsên Asli Aydıntaşbaş û bersivên Celal Talabanî:
Asli: Dixweyê avakirina hukumeta nû li Iraqê ne li gor daxwaza Tirkiye çêbû. Hun çewe dinirxînin?
Talabanî: Belê welê çêbû.Ez nizanim kî li pişt vê siyaseta Tirkiye bû,lê siyaseta Tirkiye ya Iraqê çewt bû û ne serkeftî bû.
Asli: Ne serkeftîbû ji bo Ellawî nebû serokwezîr?
Talabanî: Belê kesê wan dixwest nebû serokwezîr .Lê kesên wan dixwest nebû serokkomar û wezîrê derve jî.
Asli: Yanî Enqerê dixwest ji şûna we kesek din bibe serokkomarê Iraqê?
Talabanî: Belê welê bû.Pişgiriya min nekirin, lê piştre pîrozbahiya min kirin. Dostê min yê hêja Abdullah Gul ji minre bruska pîrozbahiyê rêkir.
Asli: Ev rewşek xerîbe. Ji ber ku dema serokkomariya we de, we gelek nêzik li gel Tirkiye kar kir pêwendiyên Tirkiye li gel Iraqê û bakurê Iraqê gelek pêşketin.
Talabanî: Ez jî şaş mam, li Tirkiye hinek kesan dijitiya min kirin, min ev yek dît, rastî ez bê mibalexe dibêjim ku ez endezyarê pêwendiyên stratejîk di navbera Tirkiye û Iraqê de me.Ji bo vê jî gelek cara medya dinivîsê ku “ ew kurde û li gel Tirkiye pêwendiyên baş danîn“ Piştî ku min hewldanên mezin kirin da ku pêwendiyên Tirkiye û Iraqê xweş bikim, hinek kes dijitiya min bikin ez ji vê yekê ecebmayî mam.
Asli: Başe ji bo çi?
Talabanî: Ez nizanim.Lê niha hemî şûnve ma.Ez hêjî dostê Tirkiye yê stratejîkim. Ez naxwazim zêde behsa tiştên bûrî bikim. Lê bandora Tirkiye li Iraqê ji ya Îranê behtire.
Asli: Em dibihîsin ku Ocalan dixwaze hêzên PKK-ê ji Tirkiye derkevin û herin aliyê din yê hidud, ev yek pêktê?
Talabanî: Ev banga Ocalan raste. Eger ew bimînin Tirkiye bivê nevê dê navbera wan û leşkeran de şer derkeve. Lê ew vegerin baregehên xwe yên li Iraqê û bê deng bin, dê çareserî jî hesanîtir bibe.
Asli: Başe rolê we di vê derê çiye?
Talabanî: Ez dostek yê Tirkiye me. Çi ji min bixwazin ez amademe bikim. Ez hem serokkomarê Iraqême û hem jî dostê Tirkiye me. Ji bû tundî bisekinê û çareseriyek aşitiyane pêkwerê. Tişta bikeve li ser milê min ezê bikim.
Çavkani: Milliyet
Werger: Rojeva Kurd