Cîhan

Swîsre peymanên xwe li gel tirkiye hildiweşîne

Li beranber binpêkirinên rejîma dewleta tirkiye û receb teyib Erdoxan ya dijî bi mafên mirov û bingehên demokrasiyê, hikumeta Swîsre praktîzekirina peymana bazirganiya azad li gel tirkiye hildiweşîne.

Li gor rojnameyên mezinên welatê Swîsre başbûna rewşa siyasiya tirkiye kiriye pêş merca karkirina bi peymana bazirganiya azad ya li gel tirkiyê da.

Li gor raporê peymana bazirganiya azad ya di navbera tirkiya û bazirganiyên azadên Ewrupî û bi taybet jî Swîsre, her li destpêka hezîrana derbasbûyî rexneyên mezin di derbarê dosyeya mafên mirov li tirkiye hatine kirin.

Li gor rojnameyê Partiya Sosyalistî û Partiya Keskan çendîn car daxwaza dawî anîna vê peymanê kirine, bi taybetî jî piştî dagîrkeriya Enqere ya li ser Rojavayê Kurdistanê ku hikumeta Swîsre bi binpêkirina yasa û rêsayên navdewletî daye zanîn.

 

 

Back to top button