Civak
Swêdî dixwaz in pars kirin bê qedexe kirin
Di van salê dawiyê de pars kirin li cade û kolanên Swêdê û bi tyabetî li Stockholma paytext gelek zêdebûye û swêdî dixwazin pars kirin bê qedexekirin.
Li meha îlona îsal hilbijartin li Swêdê tên kirin û alîgirên piraniya partiyên swêdî daxwazê ji partiyên xwe dikin pars kirin bi yekcarî bê qedexekirin.
Li gor rapirsîyekê 56% ji beşdarbûyan dixwaz in parskirin bê qedexe kirin û 23% gotine pêwîst nake bê qedexe kirin û bila wek xwe bimîne.
Piraniya partiyên mihafizkar bi qedexekirina parskirinê re ne. (Zayele)