Polîtîk

Bepirsekê balayê YNKê dest ji kar kêşa

Berpirsekê din yê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê dest ji karê xwe berda û nakokiyên nava rêxistinên wê partiyê roj bo rojê kûrtir dibin.

Arif Ruşdî endamê seroaktiyê û  berprisê melbendê bajarê Muûsilê yê YNKê di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê destjikarkêşana xwe ji berprisiyarên xwe yên nav YNKê ragehand û got ku, heta kongreya çaremîn ew ti postan wernagire.

Ruşdî dibêje ku, wî ji ber nakokiyên navxwe yên YNKê îstafa kir.

Arif Ruşdî ji sala 1992 were endamê serokatiya YNKê ye.

 

Weke tê zanîn berî heyamekî Berhem Salih cîgirê sekreterê YNK ê jî ji wezîfeya xwe îstfa kir bû.

Back to top button