Nivîsar

Swêdî bûn armanca erîşa polisan

Seroka opozisyonê ya partîya Çep û endama birêvebirîya beledîya Stockholmê, Ann-Margarethe Livh nuha li gel ҁend siyasetmedarên din ji partîya Çep li bakûrê Kurdistanê ne û wê doh ragihand ku tûșî hêrîșên giran bûn.

Di daxuyanîyeke ҁapemenî de, Livh doh got ku milet rastî êrîșên tirsdar dibin di pîroz kirina Newrozê de. “Ez bi xwe jî tûșî êrîșên gaza hêsirbarînê bûme û hineka min xilas kir û min xistin xanîyekî de. Nuha li wê deverê me.

Seroka foruma navneteweyî ya partîya Çep û seroka opozisyonê ya partîya Çep di birêvebirîya beledîya Stockholmê, Ann-Margarethe Livh ev yek doh ji ҁapemenîyên swêdî re șand.

Armanca Livh û hevpîșeyên wê ji gera bo Kurdistanê, nîșandana piștgîrîyê ye bo wan bi sedan jinên îro li Turkîyê zindankirî ne. 

Back to top button