Swêd: xwepêşandan ji bo piştgiriya referandûmê
Xwepêşandin: Em piştgirîya biryara Parlamentoya Kurdistanê dikin ku ew referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê dike |
Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên başûrê welatê me bi yekdengî, bi hemahengî û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryaran dikin. Piştgirîgirtina vê gava dîrokî wekî vatiniyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyan e. Ji bo piştgirî û lêxwedî derketina vê gava dîrokî ya birayên me yên başûr, me biryar wergirt ku xwepêşandinekê li dar bixin. Em bangî hemû hevwelatîyan û dostê kurdan dikin bi alaya Kurdistanê bêşdarê xwepêşandinê bibin. Xwepêşandan: Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê-FKKS Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdistanê li swêdê Bi piştgirîya Nûnertîya hukmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê |