Cîhan

Swêd konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî pêşwaziya cîgira sefîrê Swêdê yê li Bexdayê xanim Louis Caly kir.

Di hevdîtinekê de, serokê parlamentoya Kurdistanê behsa hevkarî û piştgiriyên welatên Skandînaviya û bi taybetî  alîkarîya gel û hikûmeta Swêdê  di rojên dijwar de pêşkêşî gelê kurd kirine kir.

Kerkûkî di berdewamiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku, peywendiyên heyî yên di navbera Kurdistanê û welatên Skandînavyayê de hîn bihêztir bibin û bigihêjin asta pêwîst.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de cîgira sefîrê Swêdê yê li Bexdayê jî diyar kir ku, hikûmeta  Swêdê dixwaze, bi mebesta bihêztirkirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re, asta nûneratiya xwe li Kurdistanê bilindtir bike û got ku hikûmeta Swêdê  hewl dide  Konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Li hemberê de jî serokê parlamentoya Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember vê biryara hikûmeta Swêdê diyar kir û amadebûna hikûmet û parlamentoya Kurdistanê jî ji bo pêşkêşkirina her cure hevkariyek diyar kir û got ku herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de tîkeliyên wê digel Swêdê xurtir bibin û şûntiblên Swêdê di geşkiirn û avadankirina herêma Kurdistanê de diyar bin.

Back to top button