Polîtîk

Her sê aliyên opozisyonê di kabîneya nû de beşdar nabin

Her sê aliyên opozisyon yê herêma Kurdistanê (Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamiya Kurdistanê) biryar dan ku,  di kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê ku, biryare bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bê pêkanîn de, beşdariyê nekin.

Tewfîq Kerîm  endamê polîtbûroya Komela Îslamiya Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ji rojnameya War re diyar ku Komela Îslamiya Kurdistanê digel her du partiyên din yên opozisyonê, di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de başdariyê nakin û got:

Ji ber ku her 6 daxwazên aliyên opozisyonê û 4 biryarên serokê herêma Kurdistanê heta nuha nehatîne cîbicî kirin, me digel tevgera Goran û Yekgirtuya Îslamî biryar da ku beîdariyê di hikûmeta herêma Kurdistanê de nekin 

Selahedîn Babekir peybdarê polîtbûroya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê, her li ser vê mijarê got ku Yekgirtu biryara xwe daye ku beşdariyê di kabîneya heftem de neke û ev biryara me jî bi hevahengî dikeg aliyên din yên opozisyonê hatiye dan.

Tê çaverê kirin ku di heftiya bê de serokê herêma Kurdistanê bi fermî Nêçîrvan Barzanî û cîgirî wî ji bo pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê wezîfedar bike

Back to top button