Polîtîk

Swêd: Komîteya piştgiriya rojavayê Kurdistanê

Rêxistinên siyasî û saziyên sivîl li Swêdê ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê bi navê (komîteya piştgiriya rojavayê Kurdistanê) komîteyek pêkanî. vê komîteyê di civîna xwe ya yekmê de daxuyaniyek da raya giştî a kurdî û wêdî û ku bi her awayî alêkariya kurdên rojavayê Kurdistanê bikin. Ev li jêr teksta daxuyaniya komîteya piştgirira rojavayê Kurdistanê:

 

Yekem komîteya piştgîrî li rojavayê Kurdistanê hat damezrandin

Hevnîştimaniyên birêz:

Di çarçovê hestkirin bi berpirsiyariyeke dîrokî û bi berçavwegirtina rewşa  deverê û Kurdistanê bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî ,roja sêşemî rêkeftî 7/8/2012 bi beşdariya 12 rêkxistinên siyasî, sazîyên sivîl û  komeleyên roşenbîrî ji her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên pêkhatiyê Siryanî , civînek berfireh li bajarê Örebro-Swîd hat li darxistin.

Piştî gotûbêjek berfireh li ser rewşa  deverê û şoreşa gelê Sûriyê  bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî û  helsengandina rol û pêgehê kurdan di vê şoreşê de  bi taybetî pşitî azadkirna bşea herî zor ji deverên kurdî ji dest rijîma xwîmêja Esed û ji bo peydakirna mîkanizmeke guncay û çaweniya pêşkeshkirin û gehandina alîlkariyên maddî û manewî  ji gelê Kurd re li rojavayê Kurdistanê, biryar hat dayîn ku komîyteyekê bi navê ( komîteya pishtgîrî ya rojavayê Kurdistanê ) bê damezrandin.

Karname û stratîjiyeta vê komîteyê pêkhatiye ji:

1- Pistgîrî û naskirna doza rewa ya gelê kurd li rojavayê Kurdistanê bi hukomet, sazî û navendên swêdî û nîvdewletî  di riya encamdana xwenîşandanên berdewan, derxistina beyaname, kor û simînar û preskonfrensan.

2- Komkirna alîkariyên maddî di riya li darxistina konsêr, şev û ahengên cûr bi cûr û wergirtina pîtak û alikariyên diravî, herweha komkirna komek  û herçî pêwîstiyên din yên jiyanê, ektîvkirina  karê ragehandinê jiboy vê mebestê

3- Handana saziyên nivnetewî mîna Xaça Sor, UN û rêkxirawên mirovatî ji bo pêşkeshkirna alîkariyê ji hevwelatiyên me re li rojavayê Kurdistanê bi taybetî awareyên bi cî boy li Bashorê Kurdistanê.

4- Xurtkirna peywendiyan û karê tevayî bi tev pêkhatên civakê Sûriyê yên bawerî bi mafên gelê kurd heyn bi taybetî Siryan, Aşorî û Ermenên xwecî li rojavayê Kurdistanê.

5- Karkirin ji boy binetewîkirina piroseya rizgarî û azadiya gelê kurd li rojava  û dûrketin ji hizrên bertengên partatî û piştgîrîkirna  yekrêzî û hevdengiya tevaya aliyên siyasî  li rojavayê Kurdistanê.

6- Berfirehkirna sînorê çalakiyên vê komîteyê ku tev welatê Swêd û Europa bi xweve bigre,yan bi armanca  avakirna  komîteyên hevawa li tev bajêr û bajêrkên  Swêd û Europa yên revenda kurd têde  dijîn.

7- Bidekomentkirna tev kar û çalakiyên ji aliyê vê komîteyêve tên encamdan.

8- Vekirna kontoyekî ji boy hêsankirna rêkirin û wergiritna alikariyên diravî li jêr çavdêriya vê komîteyê.

Ji boy van armancan  biryar hat dayîn komîteyeke 7 kesî û 3 cîgir bi navê (Komîteya piştgîrî ya rajavayê Kurdistanê) ku nûneriya piraniya rêkxistinên  siysî û komeleyên civakê sivîl  li her çar perçeyên Kurdistanê li bajarê Örebro û derdûr xwe  dikin.

Hevwelatiyên xweştivî:

Ji bo serxistin û cî bi cî kirina karnama me û çiqas zûtir gehandina destê alîkariyê ji xûşk û birayên me re li rojavayê Kurdistanê hewcedariya me  bi tev kurdekî heye, ji boy vê çendê jî em bang li tev rûnştvanên kurd li welatê Swêd dikin ,bi taybetî Hunermendan ku alîkar bin di dema  encamdana konsêr, shev û ahengên xêrxwazî yên cûr bi cûr de.

Komîteya piştgîrî li rojavayê Kurdistanê dê revenda kurd bi hemû kar û çalakiyên xwe di kenalên ragehandinê de agadar bike.

Lidawiyê hêvîdarîn ev gave bibe destpêka  şoreşa piştgîriyê li derveyî welat  jibo serêxistina doza rewa ya gelê kurd

Dikarin bi riya vî mailî peywediyê bi re daynin :

[email protected]

Komîteya piştgîrî ya rojavayê Kurdistanê

Bajarê Örebro-Swîd

7/8/2012

Back to top button