Cîhan

Jeruselam Post: Tirkiye ji bihara Kurdan ditirse

 

Jeruselam Post rojnameya Îsraîlî a herî navdar, li ser pêşketina Kurdan nûçe analîzek weşand. Rojnameyê îfade kir ku, Tirkiye li hemberî pêşketinên Kurdan ditirse. 

Di nûçe-anlîzê de bi berfirehî li ser rewşa kurdan a li Tirkiyeyê tê rawestîn û bahsa kontrola gerîlayan a li Şemzînanê tê kirin. 

Ev pêşketina li Bakurê welê  jî bi rewşa Kurdên Başûr û Rojava ve tê girêdan.

Di nûçeyê de tê tesbîtkirin ku pêşketinên li Iraq û Sûriyeyê rewşa Kurdan ji aliyê bûyina xwediya pozîsyoneke stratejîk ve xurt kiriye. 

Ji ber vê ye ku li Tirkiyeyê rewşa Kurdan bûye sedema tirs û fikaran e.

 Rojnameyê çavdêriyên ji Rojavayê welêt weşandiye ku di vana de jî dibêje Kurd hewl didin xwe ji pevçûnên li Sûriyeyê biparêzin û piştî ji mecbûrî vekişîna leşkerên Sûriyeyê, niha kontrola bajarên rojava bi giranî di destê PYDê (Partiya Yekitiya Demokratîk) de ye. 

Bi taybetî vê rewşa li Rojava pêk hatiye rayedarên Tirkiyeyê gelekî tirsandiye ku ev yek cesaretê bide Kurdên li Bakur û ketiye nava astengkirina serhildanên mezin ên Kurdan. 

Rojname dibêje sînorên ji dema hilweşîna Osmaniyan mane, niha tên guftugokirin û niha Tirkiye bûye cîrana du herêmên ku rêveberiyên wan di destên Kurdan de ne. 

 

Back to top button