Swed: Anfal qirkirin e
Parlamentoya Swêdê gotubêj kir ku Enfala Saddam Huseyîn ya li başûrê Kurdistanê weke ”qirkirin” nas bike. Pêşniyaznameya ku li Komîsyona karê derve hatiye amadekirin ji aliyê nûnerên hemû partiyan ve hatiye pejirandin.
Di gotubêja di parlamentoyê de Urban Ahlin(S), Walter Mutt(MP) û Fredrik Malm (FP) li ser navê partiyên xwe axivîn û di pirsa kurdî de helwestên nêzî hev dan xuyakirin. Lê Ulrik Nilsson ê ji partiya moderat li dijî pêşniyaznamê ye û dibêje “ne karê parlamento û hikûmetan e ku bûyerên dîrokî weke “qirkirin” nas bikin. Lê Urban Ahlin, Fredrik Malm û Walter Mutt dibêjin naskirina qirkirina kurdan jibîrnekirina mexdûrên komkûjiyê ye.
Komîsyona karê derve ya parlamentoyê di pêşniyaznama xwe ya li ser Rojhilata Navîn de balê dikşîne ku enfal hem ji aliyê parlamentoya îraqî ve, hem ji aliyê rêxistinên mafên mirova û hem jî ji aliyê dadgehên ku sûcdarên rejima îraqî darezandine ve weke ”qirkirin” tê nav kirin. Û komîsyon dibêje ji ber vê di cîh de ye ku parlamentoya Swêdê jî vê yekê wisa nas bike û wezîfe bide hikûmetê ku bi vî armancê di qada navnetewî de kar bike.
Di pêşniyaznameya komîsyonê de bal tê kişandin ser statûya federal ya herêma Kurdistanê jî û ji parlamento û hikûmeta Swêdê re tê pêşniyaz kirin ku li cem Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî piştgirî bide vê statûyê..
Partiyên Çep, Jîngeh û Sosyaldemokrat jî bang xebatê li parlamentoyê dikin ku 16 adarê – roja komkûjiya li Helepçê ya bi çekên kîmyewî – weke roja navnetewî ya li dijî çekên komkûjiyê bê îlankrin.