Polîtîk

Suriye: Me bi balafirşikênê xist

 

Balafira şer a Tirkiyê ku duh di nav sînorên ezmanî a Suriyê de ji aliyê hêzên Suriyê ve hatibû xistin, li Suriyê jî bandora xwe li rojevê xist. Ajansa nûçeyan a nîvfermî a Suriyê SANA, di derbarê xistina balafira şer a Tirkiyê de, hurgilî bi rayagiştî re eşkere kir. 

Ajans diyar dike, berdevkê leşkerekî Suriyeyî ragihandiye ku, roja înê berî nîvro, saet di 11.40 an de, li ser sînorê ezmanên Suriyê li aliyê qada hewa a rojava, cîsimekî biyanî a ku nizm û lezgîn difiriya tesbît kirine.  

Li gorî nûçeyê, pergala hewayî a Suriyê, balafira ku kîlometrekê dûra peravê xuya kiriye, bi balafirşikêna mudaxele kiriye û balafir hedef girtine. Balafira biyanî îsabet xwariye û li ser wê balafir li ezmana şewitiye û li gundê Um el-Tuyur ku bi bajarê Lazkiyê ve girêdayiye, di nav sînorên Suriyê de, 10 kîlometre dûra peravê, li ser behrê ketiye.  

Berdevkê leşkerî diyar dike ku, dûra hatiye sehkirin ku, balafira ketiye ayda Tirkiyê bûye û li ser esasê zagonên di vê rewşê de mudaxele hatiye kirin. 

Piştî bûyerê, her du hêzên behrê yên Tirkiye û Suriyê, bi hev re ketine nav pêwendiyê û bi keştiyên Suriyê bi aliyê Tirkiyê re, ji bo rizgarkirina du pîlotên wenda xebat kirine.  

Ajansê, di derbarê bûyerê de, nexşeyeke ku bûyer lê qewimiye jî weşand.  

 

 

Back to top button