PDK û YNK li ser stendina baweriyê ji Malikî bi îsarar in
Îro di bin serokatiya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê de, her du pilîbûroyên Partiya Demkrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Selahedînê civiyan.
Mijara serke a civîna PDK û YNKê, wergirtina baweriyê bû ji serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî û li gor daxuyaniya civînê her du Partî; PDK û YNK li ser stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî rijd in û bi hevra dê vê meselê bi rêyên demokratîk û li gor destûrê pêk bînin.
Li gor daxuyaniyek hevbeş a PDK û YNKê, her du partiyên desthiltdarê li Kurdistanê tekîd li ser pêbendbûna xwe bi rêkeftina stratejîk a navbera her du partiyan de kir û diyar kir. Herwesa civînê tekîs li ser yekrêzî û yekhelwestiya hemû aliyên siyasî li herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de bi dûr û dirêjî rewşa aloz û kirîza siyaisya Îraqê hat minaqeşekirin û ji bona çareserkirina rewşa aloza siyasiya Îraqê her du alî, PDK û YNK li ser tendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi îsarar in.
Weke tê zanîn, piştî ku serokomarê Iraqê Celal Talebanî îmzeyên ji bo stendina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê re hatîne komkirin, ji parlamentoya Îraqê re neşandin. Ev helwesta Talebanî bû çiyê rexneyên dijwar.