Sûriye: Em ji şerê bi Îsraîlê re amade ne
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîkdad ragihand ku ew ji bo şerekî muhtemel ê bi Îsraîlê re amade ne û ewê axa xwe biparêzin. Mikdad roja Yekşemê li Şamê bi hevtayê xwe yê Îranî Huseyîn Emîr Ebdullahiyan re civiya.
Di hevdîtinê de her du wezîr li ser gavên ku wê ji bo piştgiriya Filistînê bên avêtin gotûbêj kirin. Feysel Mîkdad piştî civîna dualî bersiva pirsên endamên çapemeniyê da û got ku Sûriye ji sala 1948an û vir ve li dijî Îsraîlê li ber xwe dide.
Mikdad got: “Sûriye bi salan li dijî dagirkeriya Îsraîlê li ber xwe da û em amade ne carek din şer bikin. Lê belê emê li gor şertên demê biryarê bidin”. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê bal kişand ser Girên Golanê yên ku ji sala 1967an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye û got: “Sûriye amade ye berdêla operasyonên rizgarkirinê bide”.
Girên Golanê ku bi giştî 1800 kîlometre çargoşe ye, di sala 1967an de ji aliyê Îsraîlê ve hat dagirkirin û di sala 1981ê de bi awayekî yekalî hat îlhaqkirin. Di sala 2019an de Serokê Amerîka yê wê demê Donald Trump ragihandibû ku wan bi fermî serweriya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abdullahiyan jî diyar kir ku divê leşkerên biyanî yên bi awayekî neqanûnî li Sûriyê ne ji welêt bên derxistin. Wezîrê Îranê her wiha got, Îsraîl û DYA li dijî Filistîniyan jenosîd kirine.