Surî:33 kuştî û dehan birîndar
Li Surî cardin xwepêşandana navek li roja înê kirin û xwepêşandanên xwe berdewam kirin. Xelk li gelek bajaran bi navê “ Îna Eşîran“ xwepêşandan kirin û daxwaza ruxandina rejima Sûrî kirin.
Wek caran cardin rejima Sûrî bi hemî awayî xwepêşender ji xwe re kirin armanc û hêzên ewlekariyê êrîşê xwepêşenderan kirin. vê carê li gel tanka helçkopter jî karanîn.
Li Kurdistanê Qamişlo, Kuban û Amudê xwepêşandan çêbûn. Li bajarê Şam, Heleb,Idlib , Hema û hinek deverên din jî xwepêşandan pêkhatin. Li gora agahdariyên belav dibin vê înê 33 xwepêşender hatin kuştin û birîndar jî bi dehan e.
Herweha heta niha li devera Antakya zêdetirê 3000 kes ji Sûrî reviyan û xwe avêtine Tirkiye. Li Tixûbê Tirkiye li devera Antakya gelek hazirî hatine kirin û xelk li alliyê Sûrî hêviye firsendekine ku derbasî Tirkiye bibin.