Hilbijartin û keseyata siyasetmedara

Sibe li Tirkiye û Kurdistana Bakur hilbijartin çêdibin. Eve du mehên ji aliyên partiyên di hilbijartinan de amade bibin ji bo 4 dengên zêde destbêxin her tiştek tê kirin û tê gotin. Ji bo xatirê çûyina parlementoyê gelek kesên ku bûyîn berendam pê li nirxên xwe dikin û di demjimêrekî de bîr û baweriyên ku bi dehên salan parastîn piş guhê xwe ve tavêjin behsa tiştên ku wan bibe parlementoyê dikin.

Kesayet û siyaseta van insanan ji aliyê xelkê ve hejî tazîtir tê dîtin. Berjewendiyên kesayetî dibe bingehê piraniya pêwendiyan, rêya parlementoyê dibe wek ceribandinekî ji bo naskirin û kesayeta xelkê.

Di pêvajoya propagandaya hilbijatinan de gelek tiştên çewt hatin gotin, berendamên serbixwe yên kurd ku BDP pişgiriya wan dike hemûyan li gora BDP-ê daxwaz kirî gotarên xwe pêşkêşî xelkê kirin. Yanî bi awayek din bîr û baweriyên xwe dan aliyekî ji bo ketina parlementoyê kar û xebat kirin. Gelo dê ev kes piştî hilbijartinan jî her di çerçova daxwazên BDP-ê de kar bikin, yan dê li dîtinên xwe yên berê vegerin? Lê ya herî rast ewe ku vekirî di nav BDP-ê de cig bigrin da ku li gora ew bi xwe dibêjin, “yekitiya netewî “ pêkbînin.

Di nav kurdan de gelek kesan daxwaza platformek havbeş ya hemû kurda dikira. Ya herî rast jî ew bû.Lê piraniya rewşenbîr, siyasetmedar û kurdên serbixe pişgirî dan Bloka ked, azadî û Demokrasiyê. Ev blok wek yekitiyek netewî ya kurda dan pêş. Lê di bingehê xwe de gelek vekirî bû ku ev ner rast e. Ev yekitiya pêkhatî ji aliyê kurdan ve, BDP-ê ji bilî hevalên xwe cih dan 3 kesên din.  Du cih dan KADEP û cihek dan Altan Tan. Hemû bazar û hevdîtin li ser vê yekê hate kirin.

Piştre HAKPAR ji derve pişgirî da bloka ked û azadiyê. Mixabin heta niha jî sedemên vê helwesta HAKPAR-ê ji aliyê raya giştî ve baş nayê zanîn.

Sibe hilbijartinin, dê encam kifş bibe, partiyên sernekevin wek caran wê sedemên  ne rast bidin pêş. Ji aliyê kurdan ve hesab li ser hijmara kesên ku di hilbjartina de serbikevin tê kirin. Kesek nabêje gelo , dê ev kes parlementoyê de çi bikin û proja wan çiye? Ew kesên îro pişgiriyê bê merc didin berendamên serbixwe, dê sibe heviya helwestên wan yên kurdewarî bin.

Di van hilbijartinan de tu armanca partiyên kurd ji derê BDP-ê nayê zanîn.BDP du tiştên bingehîn ji xwere kiriye armanc, azadkirina Ocalan û “ xweseriya demokratik“ piraniya kesên ku pişgirî didin bloka ked û azadiyê pişgiriya van armancan dikin.

Ji îro heta sibe kesek nizane dê çi bibe.Daxwazî ewe ku hilbijartin bi aramî derbas bibin. Bi awayekî encama van hilbijatina kifşe lê her tim di hilbijartinan de surprîzên mezin dikare çêbibin.
Prosesa hilbijartina  ji bo eşkerebûna kesayeta siyasetmedar û rewşenbîra gelekî girîng e. Dema ev proses baş bête xwendin kesayeta ku kesên siyasetê jî dikin behtir têne naskirin. Qalikên sexte dişkin û rastiya kesayetê derdikeve holê.

13-ê Hezîranê , dê li Tirkiye pêvajoyek nû destpêbike. Ji nahe ve bi awayekî ve kifşe ku, dê vê pêvajoyê de, dê çi bibe, em heviyêbin û bala xwe bidinê.
11.06.2011
Dara Bilek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: