Cîhan

Suleymanî bi fermana Trump hate kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi awayak fermî da xûyakirin ku, Fermandarê Supaya Quds a Supaya pasdaran a Îranê bi fermana serokê Amerikayê Donald Trump hatiye kuştin.

Wezereta Berevaniya Amerikayê dibêje: Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, artêşa Amerîkayê êrîşeke yekalîker encam da, jibo parastina amerîkiyên li derveyî welat, bi kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî ku kesek e pêşti wek terorîst hatiye ragihandin.

Pentagon herwiha dibêje, “Qasim Sulêymanî berpirs bûye di êrîşên ser binkeyên hevpeymanan li Iraqê di çend mehên bihorî de û di nava wan de êrîşa 27-12-2019. Herwiha Qasim Sulêymanî glopa kesek vêxistibû bo êrîşkirina ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.”

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê vê êrîşê wek rêgirtin ji êrîşên Îranê di demên bihê de bi nav dike û tekez dike: “Amerîka amade ye hemû rêyan jibo parastina xelk û berjewendiyên xwe di hemû cihekî cîhanê.”

Back to top button