Qasim Sulêymanî hat kuştin
06:10
Pentagon: Bi fermana Trump, Qasim Sulêymanî hat kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya pasdaran a Îranê piştrast kir û ragihand: “Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, artêşa Amerîkayê êrîşeke yekalîker encam da, jibo parastina amerîkiyên li derveyî welat, bi kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî ku kesek e pêşti wek terorîst hatiye ragihandin.”
Pentagon herwiha dibêje, “Qasim Sulêymanî berpirs bûye di êrîşên ser binkeyên hevpeymanan li Iraqê di çend mehên bihorî de û di nava wan de êrîşa 27-12-2019. Herwiha Qasim Sulêymanî glopa kesek vêxistibû bo êrîşkirina ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.”
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê vê êrîşê wek rêgirtin ji êrîşên Îranê di demên bihê de bi nav dike û tekez dike: “Amerîka amade ye hemû rêyan jibo parastina xelk û berjewendiyên xwe di hemû cihekî cîhanê.”
06:00
Supaya Pasdaran piştrast kir: Qasim Sulêymanî hat kuştin
Supaya Pasdaran a Îranê bi fermî piştrast kir, ku Fermandarê Supaya Quds Qasil Sulêymanî di êrîşekê de li Bexdayê hatiye kuştin.
Li gor ajansa Fars News a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, General Qasim Sulêymanî îşev di êrîşa helîkopterên Amerîkayê de hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe ya kurt de dibêje: “Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”
Di daxuyaniya xwe de Supaya Pasdaran behsa ti hûrgiliyan nekiriye.
05:55
Donald Trump ala Amerîkayê li twîttera xwe belav kir
Di yekem berteka piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li twîttera xwe ala Amerîkayê belav kiriye.
05:40
Heşda Şeibî: Pênc endamê Heşda Şeibî û du mêvan hatin kuştin
Berpirsên Amerîkî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandine, du êrîş bo ser du armancên diyarkirî hatine pêkanîn û di encamê de herdu armanc hatine hedefgirtin, lê belê zanyariyên bêtir nedane.
Berdevkê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî ji Reutersê re ragihandiye, ku Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis sibehiya îro Înê di êrîşeke esmanî de hatine kuştin.
Berdevkê Heşda Şeibî, herwiha Amerîka û Îsraîlê wek berpirsyarê kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis bi nav dike.
05:30
Kanala Al Iraqiya: Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin
Medyaya femrî ya Iraqê, kanala Al Iraqiya îşev di nûçeyeke bilez de ragihand, di bombebaranekê de li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê, Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin.
Herwiha ajansa nûçeyan a Tasnim k user bi Supaya Pasdaran a Îranê ve ye, nûçeya kuştinaQasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis belav kiriye û nivîsiye: “Li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê êrîşî karwaneke Heşda Şeibî hatiye kirin û têde Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis û Mihemedreza Cabirî hatine kuştin.”
Hin wêne û dîmenên vîdeoyî yên piştî êrîşê jî li ser sosyal medyayê û herwiha ji aliyên hin kanalên televîzyonî yên Erebî hatine belavkirin. Di wêneyekê de destek tê dîtin, ku gustîleke wek ya Qasim Sulêymanî di tiliyekê de tê dîtin.
Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis