Sûdanî û Esed civiyan
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê civiyan.
Ofîsa Serokwezîriya Îraqê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê Mihemed Şiya Sûdanî û Beşar Esed di çarçoveya Lûtkeya Erebî- Îslamî de civiyan.
Ofîsa Sûdanî diyar kir ku her du aliyan êrîşên li Xeze û Libnanê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de û rêyên baştirkirina pêwendiyan di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîriya Îraqê amaje bi wê yekê kir ku her du aliyan tekez kir ku dê li hemberî êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Libnanê yekhelwest û yekdeng bin.
Mihemed Şiya Sûdanî îro sibêhê ji bo tevlî Lûtkeya Erebî-Îslamî bibe çû Riyadê.
Şerê Îsraîl û Hemasê, êrişên Îsraîlê yên li Libnan û Sûriyeyê mijarên serekî yên Lûtkeya Erebî-Îslamî ne.