Cîhan
Sûdanî: Êrîşa Hewlêrê têkiliyên Iraq û Îranê xirab dike
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî êrîşa Îranê ya li Hewlêrê wek dijminatî bi nav kir û got: “Ev kiryar bêguman pêşketinek metirsîdar e ku têkiliyên xurt ên di navbera Iraq û Îranê de xirab dike”.
Sûdanî li Davosa Swîsreyê daxuyaniyek da.
Di derbarê êrîşa Îranê ya li Hewlêrê de jî Sûdanî got: “Êrîşa Îranê ya li Hewlêrê êrîşek eşkere û dijminane ya li dijî Iraqê ye û navçeyek niştecihbûnê kir armanc. Mexdûrên vê êrişê malbatek Kurdên Iraqê bûn, ku zarok jî di nav de hene. Ev kiryarek xeternak e ku têkiliyên xurt ên navbera Iraq û Îranê xirab dike”.
Sûdanî destnîşan kir ku mafê hikûmetê heye di çarçoveya prensîba serweriya neteweyî de her cûre tedbîrên dîplomatîk û qanûnî bigire.