Sporê nekin hewdela siyasetê!
Amed spor TIMek a fotbolê ya bajarê Diyarbekir e. Amedspor di Liga Yekê ya Tirkiye de dileyze û girêdayî Federasyona Fotbolê ya Tirkiye ye. Wek her bajarekî Diyarbekirî jî dixwazin TIM a wan serbikeve û pêşve herê. Her kesek jî bi germî pişgiriya wê dikin.
Lê mixabin hinek hewldan hene ku TIM a fotbolê dikin malzemeyek siyasî û ji bo hinek propagandeyan bi kartînin. Niha em dibînin ku, Amedspor di navbera dezgehên dewletê, wek Federasyona Fotbolê û wek dezgehên hukumî yên li Diyarbekir û DEMê de dibe wek werisekî xwezî wî yê aliyê xwe ve bikşîne.
Îsal yariya ewil ya Amedsporê li Diyarbekirê gelek hat gotuibêj kirin. Serokê Federasyona Fotbolê yê Tirkiye, ji bo di yariyê de amadebe hate Diyarbekir, li ser şîvê li gel walî û berpirsên dewletê û şeredarên Diyarbekir hatin ba hev.
Lê roja yariyê di protokolê de cih nedan hevserokekî yê bajarvaniya Diyarbekir û ev yek bû nûçe. Di protokolê de, berpirsên federasyona Tirkiye , berpirsên TIM a mêvan ,şeredarê Diyarbekirê û berpirsên hukumî yên li Diyarbekir amadebûn. Serokê Şeredara Diyarbekir Sera Bucak di protokolê de bû. Li gora yasayên Tirkiye hevserokên Şeredariyan tuneye. Serokê Şeredariyan heye. Lê DEM ji bo xwe hevserok wek sistemeke danine,lê ev yek di protokala de nayê bi cihanîn.
Ji aliyek din ve TIM a mevan Stanbulspor bi nivîsa ”Berê Niştiman” derketin qada fotbolê li himber temaşavana. Ev helwestek gelek balkêşbû. Gelo ji bo çi li Diyarbekir ne li bajarek din bi vê nivîsê derketin qada fotbolê? Ev jî siyasetek bû. Temaşevanan jî li çepka xistin bê ku bizanibin çiye.
Niha hewldana heyî sporê jî bikin malzemeyekî ji siyaseta entegrasyonê re. Ev yek xeterek mezin li gel xwe peyda dike. Dema Amedspor li gel Timeka Tirkan bileyze gotin li ser hesanî dibe. Lê sibe dema Amedspor li gel TIMek a bajarek Kurdistanê bileyze dê helwest çewebe? Yanî Amedspor li gel Wansporê bileyze yek dibe TIM a kurdan ya din na?
Gelek insan tên vê leyiztika xeter ya ku bi rêya sporê têne kirin. Gerek herkesek hişyarbe. Ji berî hemûyê gerek medya kurdî bi zanebûn Amedsporê wek TIMeka fotbolê bişopîne. Nabe wek timek a Kurdan yan jî wek ”Timek” netewî binirxînin.
Bila pişgiriya Amedsporê bê kirin, lê ne ji bo ku TIMeka Kurdaye. TIM a fotbolê ya Diyarbekire. Hevîya serkeftina wan dikin.