Şoreşa Rojava ji bo Kurdan ber bi dawî bûnê hat?

Bihara Erebî bû payîza gelên Rojhilata navîn. Bihara ku bi hêviyeke mezin ji bo Kurdan dest pê kir, wê çawa bi dawî bibe, hê jî ne diyar e. Lê zengilên xeteriyê ji bo Rojava lêdixin. Dema mirov li şîrove û nexşeyên rê yên ku hem ji aliyê kolonyalîstên Kurdistanê û hem jî ji aliyê Kurdan ve hatine xêzkirin, mêze bike, ne hêsan e ku mirov zêde li ser çarenûsa Rojava bêguman be. Bi taybet piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Mazlûm Ebdî ya 15 ê Tîrmehê ev şik û guman hîn zêdetir bûn.

Mazlûm Ebdî carekê jî peyva “Kurd” bilêv nekir

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Fermandarê Giştî yê HSD ê Mazlûm Ebdî de yek ji tiştên herî balkêş jî ev bû ku Ebdî di tevahiya axaftinê de carek jî peyva Kurd û Kurdistanê bi kar neanî. Bêy ku bibêje Rojava jî her tim di got Bakurê Sûriyê.

Li vir ev pirs derdikeve holê; “Heke hûn ditirsin navê nasnameya ku hûn temsîl dikin bînin ziman, ma hûn dikarin ji bo wê nasnameyê çi bixwazin?

Li vir kevneşopiya siyasî ya ku Mazlûm Ebdî temsîl dike, asta PKK, PYD, HSD, YPG û hwd ji bo Kurdan tê bîra mirov.

PKK bi salan na bêje neteweya Kurd peyva gel bikar tîne. Piştre jî têgeha Neteweya Demokratîk û Gelan li şûna peyva gelê Kurdistan û neteweya Kurd hate ava kirin. êca hûn ji tevgereke ku ji peyva “Neteweya Kurd” bitirse çi çaverê dikin, çawa tevgereke wisa wê bibe welatparêz ? Helbet ew nabe welatparêz!.

Kesê ku ditirse navê welat, milet û axa xwe bibêje, çawa dibe ku ew bibe nûnerê Kurdan, ev yek nayê qebûlkirin. Heger hûn li ser navê Kurdan rêketin û tû xwe wek nûnertiya Kurdan destnîşan dikî, divê hûn berî her tiştî bê tirs bibêjin em Kurdin û Kurdistanî ne. Heger na tu nikarî Ji bo gelê xwe yê ku ditirse nasnameya xwe jî eşkere bike, daxwaza tiştekî bikî.

Ebdî: Şer vê carê dê bibe şerê hemû Sûriyê

Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de got,”Li dijî dewleta Tirk wê berxwedaneke mezin bê dayîn.” Her wiha got, “Vê carê şer ne tenê ser milê Kurdan û HSD ê dê wê bimeşe, wê bibe şerê tevahiya Sûriyê. Her kesê ku nexwaze xaka Sûriyê were dagîrkirin, wê beşdarî şer bibe.

Erê, her tişt dema ku ji dûr ve û bi vegotinên hestiyarî tê temaşe kirin xweş xuya dike. Lêbelê, rastî pir cûda ye. Erdên ku Tirkiye dixwaze dagîr bike ne Sûriye ye xaka Kurdistanê ye. Dewleta Sûriyê jî weke dewleta Tirk dagîrkerê Rojavayê Kurdistanê ye.

Çima divê Kurd li dijî dagîrkirina xaka Sûriyê şer bikin?

Heger hûn li rastiyê binêrin, Mazlûm Ebdî bi gotina “Şerê pîroz ê Sûriyê li dijî dagîrkeriya Tirk” bi nav kir. “Kurdên Çanakkaleyê, li dijî Îngilîzan; Şerê pîroz ê ku li Erziromê li dijî Rûsan kiriye tîne bîra mirov. Yanî “têkoşîna hevpar a li dijî dagîrkeriyê” Mazlûm Ebdî wisa got her weke wî şêwazî nû kefiş kirî, ev rêbaz bi şêwazekî sed sal berê hat ceribandin û bi ser neketîye. Kurdan li rex Tirkan şer kirin, paşî jî Tirk vegeriyan û Kurd qetil kirin. xebata sed salan ji boy Kurdan bi vê çîrokê bi dawî bû.

Çi garantî heye ku dewleta Sûriyê jî heman tiştî neke? Tê zanîn ku di bin garantorê Tehranê de çend rêkkeftin di navbera PKKê û dewleta Sûriyê de hatin çêkirin. Têkildarî şert û mercên peymanên ku demeke li Şamê, Mistafa Qarasû, Sabrî Ok û Riza Altun pêkanîn tu agahî ji bo raya Kurd nehatîye dayîn. Tiştê ku em Kurd di van sed salên dawî de fêr bûnê “heke hêzekî navdewletî ne garantor be wê bi qasî zeretulmisqal jî feyde negehe Kurdan”.

Ebdî: Artêşa Sûriyê li Tel Rifat, Minbic û Kobanî bi cih bûye

Di rastiyê de dewleta Sûriyê tu carî ji Rojava derneketiye. Bajarên wekî Qamişlo û Hesekê di destê rejîmê de bûn û rejîmê heta niha Meaşê mamoste, karkerên petrolê, şaredarî, nifûs, polîs û hemû saziyan dida. Dewleta Sûriyeyê ya ku hatî û li ser sînor bi cîh bûye êdî tu mafên Kurdan nas nake. Ji ber ku di heyama herî dijwar de jî, wezîrên ku li ser navê dewleta Sûriyê daxuyanî didan, nîşan dan ku tenê mafê Kurdan “Hefteyê du saet dersên Kurdî yên bijarte” heye. Ji niha û pê ve dewleta Sûriyê tu mafî nade miletê Kurd, belkî dana rêka siyahetê bi rêvebirên PKKê, xwendin û hwd. Tenê dê van mafên ne sîyasî hêjay Kurdan bîne.

Ma plana Tirkiyê dagîrkerî ye an jî Kurd mehkumî dewleta Sûrîyê kirine?

Li Rojhilata Navîn de eniyeke li dijî Kurdan heye. Yekane taybetiya hevpar a vê eniya ku ji Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê pêk tê, qebûlnekirina mafê rêveberiya xweser a Kurdan e.

Dema dewleta Tirk dixwaze Rojava dagîr bike, bi awayekî xwezayî êrîşî hebûna Kurdan dike. Lê dewleta Tirk xwedî planeke dualî ye. Heta ji destê wê tê wê Rojava dagîr bike. Ew jî dizane ku nikare bi tevahî dagîr bike. Ji ber vê sedemê stûna duyemîn a plana wê ew e herêmên ku nikare dagîr bike di bin desthilatdariya mutleq a dewleta Sûriyê de bihêle.

Di rastiyê de gotina Mazlûm Ebdî ya ku dibêje artêşa Sûriyê derbasî Kobanî, Minbicê bûye, tê wateya ku beşek ji plana dualî ya dewleta Tirk bi ser ketiye. Yanî êdî Rojava nîne, Bakurê Sûriyê heye. Yanî daxuyanîya Ebdî ne li dijî kolonyalizmê ye. Ew bi tenê îlane ka ew kîjan dagîrkerî qebûl dikin.

Gelo ma Kurdan nedikarî yekîtîyê di nava xwe de çêkiriba?

Di axaftina Mazlûm Ebdî de ew bersiveke pir dereng û sivik dide pirsên ku di derbarê hevdîtinên navbera Kurdan de tên kirin: Ji ber hin sedeman diyalog rawestiyaye, piştî ku şert û merc bên avakirin û sedem ji holê bên rakirin dê hevdîtin ji nû ve dest pê bikin.

Lê belê pirsa yekêtîya di nav Kurdan de bi bersiveke wisa hêsan ji holê nayê rakirin. Ji ber ku ew pirsgirêkek bingehîne. Li Rojava ti carî Yekêtîya Kurdan pêk nayê.

Du sedemên vê yekê hene:

Yekem; Di siyaseta PKKê  de ti carî li û ti derê bi Kurdan re yekîtî çênebûye. dema pêwîstiya PKKê pê hebe behsa yeketîyê dike. PKKe rêxistinek li dijî yekîtiya Kurdan e. Li Rojava jî heman polîtîka yê dimeşîne. Hevdîtinên yekêtîya Rojava tenê ji bo ku raya giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hêzên bi vî rengî yên ku muzakereyên yekêtîya nav-Kurdan de feriz dikin, tê kirin.

Ya duyemîn jî; PKKê Rojava ji bo avakirina pêkhateyeke Kurd -Kurdistanî negirtî ye. PKKê Rojava ji Îran û Sûriyeyê dewr girt. Di vê dagîrkirinê de çarenûsa Rojava ji destpêkê ve ji Îran û Sûriyê re hatîye hiştin.

PKKê ji sala 2013 û vir ve nakokiyên di navbera Kurdan de gur dike, da ku yekîtîya Kurdan li Rojava çenebe. Ji ber vê sedemê hevdîtinên yekêtîya neteweyî yên di sala 2013 an de li Hewlêr û Dihokê birêve diçûn ji aliyê PKKê  ve hatin bidawîkirin.

Dema ku ji her zawîyê li meselê were temaşe kirin ev encam derdikeve. Helwesta PKKê  ya li Rojava, Rojava ji rêveberiya xweser a Kurd dûr xistî ye. Rojava di rewşa xwe ya niha de hatiye wê astê ku çarenûsa wê di çarçoveya şerê berjewendiya di navbera kolonyalîzm û dagîrkerîya Sûriyê û Tirkiyê de tê diyarkirin. Mixabin lê rastî ev e.

Nêrîn / Şirove

Darkamazî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: