Polîtîk

Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa xelkê Kurdistanê bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radighîne, Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa xelkê Kurdistanê bû, dijî sitem û zordariyê, ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, di jêr yek serkirdayetîyê de rûbirûyî sitemkariyê bûn û Kurdistan bû penageha hemû azadîxwazên Iraqê.

Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barizanî bi boneya 58 saliya salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belavkir. Di wê peyamê da Serokwezîr Barzanî aşkere kiriye, 58 sal biser destpêkirina Şoreşa Îlonê, ya ku dirêjtirîn û mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bi Serkirdatiya Rêberê neteweyî yê kurd Mistefa Barizaniyê Nemir derbas dibe.

Şoreşa mezin ya Îlonê ku 11ê Îlon a 1961an destpêkir û seraniserê Kurdistanê daye ber xwe û tevahiya pêkhateyên olî û etinîkî yên Kurdistanê di bin sîvana yek serkirdayetî de li dijî sitemkariyê rawestan û Kurdistan bû penagehek aram bo tevahiya azadîxwazên Îraqê.

Herwiha Barzanî ragihandiye ew di demekê de şoreşa mezin û ew Pêşmergeyên qehreman ên ku beşdariya şoreşê kirine bibîr tînin, buha û pirenisîbên binirx ên şoreşê jî, di bîra wan de ne, weke berxwedan, bihevre jiyan û yekgirtîbûna xelkê Kurdistanê, ku her tim cîhê serfirazî ne.

Back to top button