PolîtîkRojev

Şoreşa Gulanê hilgirê peyama şoreşa Îlonê bû!

Serok Barzanî bi minasebeta salvegera şoreşa Gulanê daxûyaniyek belav kir û dibêje: Şoreşa Gulan hilgirê peyam û armancên şoreşa Eylûlê û berdewamiya hemû şoreşên berê yên Kurd bû.

Daxûyaniya serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulan ezmûneke dewlemendê berxwedan û xwe rêkxistin û rabûna gelê Kurdistanê ye. Li rewşa piştî şikest û koçberî û li bin guvaşên cûr bi cûrên neyarên gelê Kurdistanê karî bi planeke têr û tije û baweriyeke bi hêz ya şoreşa Gulanê destpêbike. Şoreşa Gulan ew peyam bû ji bo hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê ku ji bilî hebûna pîlangerî û gef û bihêza neyaran û astengiyên cûr bicûr, gelê Kurdistanê îradeya xebat û rûbirûbûna zulm û neheqiyê heye û xebat û têkoşîna xwe ji bo qadên rastî ku axa pîroza Kurdistanê veguheze.

Şoreşa Gulan hilgirê peyam û armancên şoreşa Eylûlê û berdewamiya hemû şoreşên berê yên Kurd bû û ji bo hemû neyaran jî da xûyakirin ku îradeya azadîxwazî û şoreşgeriya Kurd tu demekê naşikê.

Şoreşa Gulan roja 26.05.1976 bi yekem çalakiya Pêşmerge li Hacî Omeran destpêkir û Seyid Abdulla yekem şehîdê vê çalakiya destpêka şoreşa Gulan bû. Li 45. salvegera destpêkirina şoreşa Gulanê da bi bilindî bîranîna hemû şehîdên şoreşa Gulan û şehîdên Kurd û Kurdistanê dikîn. Tekez jî li wê yekê dikîn azadî û destkeftên gelê Kurdistanê li sayeya xwîn û qurbanîdana şehîdên me pêkhatiye. Li vê bîranîna pîroz da pêzanînên min ji bo xebat û keda wan hemû têkoşer û qehremanan heye ku li xebata Pêşmergayetî û hizbî û xebata nihênî ya li nav bajar û li koçberî û derbederiyê de rola wan li şoreşa Gulanê da hebûye û qurbaniyê dane û ji bo gelê xwe bûne cihê şanaziyê.

Mesûd Barzanî
26.05.2021

Back to top button